Serokomarîyê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di mîtînga li Riha de ser bûyera Sirûcê axifî.
Erdogan bo kesên jîyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û dîyar kir ku ewê sûcdar werin darizandin.
‘’Komara Tirkîyê dewleteke hiqûqê ye. Hêzên me yên ewlekarîyê û dozgerîya me bûyerê vedikolin. Her tişt dê eşkere bibe û sûcdar dê hesabê bidin’’ Erdogan got.
Hefteya borî, dema Parlamenterê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Îbrahîm Halîl Yildiz li Sirûcê serdana firoşgehan dikir, nîqaş çêbûbû û li ser nîqaşê 4 kes hatibûn kuştin.
Erdogan di daxuyanîyeke xwe ya pêşî de dabû zanîn ku birayê parlamenterê AKP’ê ji alîyê çekdarên PKK’ê ve hatiye kuştin.