Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Pêşîya Hatina Şandeyên Swêdî û Fînlandî Digire


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Duşemê dîyar kir ku divê şandên Swêdî û Fînlandî xwe aciz nekin ku werin Enqerê da ku Tirkîyê bo endamtîya xwe ya NATO'yê razî bikin.

"Bila li qusûrê nenerin û xwe nebetilînin. Berîya her tiştî yên ku dijî Tirkîyê toleyan bi kar tînin dikin, ser beşdarîya wan ya NATO'yê ku rêxistineke ewlekarîyê ye, emê nebêjin 'erê'."

Erdogan ragihand ku Tirkîye wê serlêdanên Swêd û Fînlandîya yên jibo endamtîya NATO'yê nepejirîne.

Wî bi berdewamî got ku her du welatan jî helwesta xwe yên dijî rêxistinên terorê ronî û eşkere nekirine.

Erdogan herwiha îdia kir ku Swêd bûye mala êxistinên terorê û li parlementoya wan terorîst hene.

Erdogan ev daxuyanîya îro di presskonferanseke hevbeş ya bi seroke Cezayîrê Ebdulmecîd Tebbûn re li Enqerê da.

Ji alîyê din ve televîzyona dewleta Tirk TRT Haber îro ragihand ku
Swêd û Fînlandîya daxwazên Tirkîyê ya bo radestkirina 33 kesan qebûl nekirine.

Tirkîye îdia dike ku peywendîya wan 33 kesan bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) yan rexistina Fethullan Gulen hene ku dewlata Tirk wan wek rexistinên terorîst bi nav dike.

TRT Haber herwiha ragihand ku her du welatan 19 daxwazên Tirkîyê red kirine, 5 jî bêbersîv hiştin û 9 daxwaz hîn têne nirxandin.

Wezîrê Berevanîyê yê Swêdê Peter Hultqvist demeke zûtir ya îro dîyar kiribû ku ewê bi Tirkîyê re gotûbêjên dîplomatîk bikin ku nerazîbûnên Enqerê yên ser plana wê ya endamtîya NATO'yê çareser bikin.

Sosyaldemokratên desthilatdar yên Swêdê do Yekşemê dijberîya xwe ya 73-salan ya ser beşdarîya NATO'yê bi dawî kiribû û biryar dabû ku demûdest bibin endamê NATO'yê .

Hikûmeta Swêdê îro biryara fermî ya serlêdana NATO'yê ragihand û Fînlandîya jî do biryar dabû ku wê bo endamtîyê serlêdana hevalbendîya leşkerî ya Atlantîkê bikin.

Lê, Erdogan dîyar kiribû ku ew serlêdanên Fînlandîya û Swêdê erênî nabîne jibe rku ew piştgirîya komên çekdar yên Kurd dikin û qedexeyên ser firotina hin çekan ji Tirkîyê re didomînin.

Li gor rêbeza NATO'yê biryara berfirehkirina rexistinê yan biryara beşdarîya endameke nû divê ji hêla tevahîya her 30 endamên hevalbendîyê û parlementoyên wan were pejirandin.

XS
SM
MD
LG