Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Belgeya Erêkirinê Endamtîya Swêdê ya NATO Şand Parlamana Tirkîyê


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson (Arşîv)
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson (Arşîv)

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan belgeya erêkirinê ya endamtîya Swêdê ya li NATO’yê îro Duşemê îmza kir û şand parlamena welê.

Ofîsa ragihandînê ya Erdogan, ev gava serokê Tirk ji ser platforma medya civakî X’ê ragihand, lê zêdetir hûrgulî neda.

Erdogan li Hilcivîna Vilnius di Tîrmehê de soz da hevbendên xwe yên NATO ku belgeya bo endamtîya Swêdê ya berevanîya Rojava bişîne parlamenê da ku piştî 1’ê Cotmehê vi vebûna wê were pejirandin.

Lê, Erdogan ev peyman heta îro neşand jiber ku li gor wî Swêd mazûvanîya kesên ku Tirkîye wek endamên komên terorîst dibîne dikir û rê dida xwepêşandanên şewitandina Quranê.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson li X’ê pêşwazîya gava Erdogan kir û kêfxweşîya xwe dîyar kir û got ku ew li bendê ne ku bibin endama NATO’yê.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg jî ji AP re ragihand ku wî di dawîya hefteyê de ji Erdogan re gotiye ku endamtîya Swedê wê hevpaymanîyê xurtir û ewletir bike.

Lê, ofîsa Erdogan di ragihandina xwe ya îro de bo dengdana ser erêkirina endamtîya Swedê ya li parlamena Tirkîyê, demek dîyar nekir.

Li gor rêgezên parlamana Tirkîyê, belgeya erêkirinê jibo nîqaşkirinê wê pêşî bikeve rojeva komîsyona derve ya parlamanê.

Ger belge li komîsyona derve were pejirandin, hîngê Civata Giştî ya parlamanê wê dengdanê bike, lê ne zelal e ku ew dengdan kengî pêk were.

Ofîsa Erdogan jî di ragihandina xwe ya îro de qala demeke zelal nekir.

Li parlamana Tirkîyê AKP ya partîya Erdogan û hevkarên wî yên neteweperest û îslamî xwedîyê 322 ji 600 kursîyên parlamanê ne.

Partîya Gel ya Komarî (CHP) ya opozîsyona serekî jî berê piştgirî dabû endamtîya Swêdê.


Jêder: AP

XS
SM
MD
LG