Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Em Dê Heta Dawîyê Têkoşîna Xwe Bidomînin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di konferanseke bo karmendan de ser encamên hilbijartinên herêmî yên wî welatî axifî.

Erdogan dîyar kir ku nîqaşên ser encamên hilbijartinê êdî bi dawî bûne û divê ‘’herkes li karê xwe binêre’’

‘’Em dê heta dawîyê têkoşîna xwe bidomînin. Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) gava biryara dawî bide, bo me jî ew qonax bi dawî bibe’’ Erdogan got.

Di hilbijartinên herêmî yên Stenbolê de Partîya Komarî ya Gel (CHP) bi ser ketibû û berbijarê wê partîyê Ekrem Îmamolgu do Çarşemê destûrnameya xwe wergirtibû.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) îdia dike ku di hilbijartinê de ‘’sextekarî’’ çêbûye û daxwazên pêdeçûnê dike.

XS
SM
MD
LG