Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Erdogan li Qesra Sipî Kom Bûn


Hefteyek piştî fermana Serokê Amerîka Donald Trump ya jibo biçekkirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ew û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, do Sêşemê li Qesra Sipî civîyan.

Civîna Trump û Erdogan bi qasî 20 deqîqe bû.

Trump berî civînê dîyar kir ku ewê "hevdîtineke zor û dirêj" pêk bînin.

"Peywendîya me baş e û emê bînin asteke rindtir. Jiber wê, emê nîqaşên kûr û giran bikin" Trump got.

Amerîka dîyar dike ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de hêza herî xurt YPG ye, lê Tirkîye dibêje peywendîyên wê bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re hene û wê wek rêxistineke terorîst dibîne.

Erdogan ser biçekkirina Amerîka dabû zanîn ku ewê zarar bigihije peywendîyên Enqere û Washingtonê.

Serokomarê Tirk, di daxuyanîya hevpar ya bi Trump re careke din fikarên xwe anîn ziman û dîyar kir Tirkîye bi ti awayî naxwaze Amerîka li dijî DAIŞ'ê bi YPG'ê re hevkarîyê bike.

Serok Trump, di axaftina xwe ya kin de de YPG bi nav nekir û da zanîn ku Amerîka di têkoşîna dijî rêxistinên wek DAIŞ û PKK'ê de piştgirîya Tirkîyê dike.

Ji alîyê din ve, wexta Erdogan dihat Qesra Sipî, alîgirên Erdogan û komeke Kurdan hatin hemberî hevdu. Her du kom, ji alîyê polîsan ve ji hev hatin dûr xistin.

Li pêş rezîdansa balyozxaneya Tirkîyê jî protestoya Kurdan dom kir. Nûçegihanê Dengê Amerîka ragihand ku êrîşî xwepêşandana Kurdan kirine ku 3 kes birîndar bûne û êrîşvanek jî hatîye desteser kirin.

XS
SM
MD
LG