Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Trump Ser Operasyona Dijî Rojhilata Firatê Bersîvên Erênî Dan


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku dibe ku ew di demeke nêz de dijî rojhilata Firatê dest bi operasyonê bikn.

Erdogan îdia kir ku Serokê Amerîka Donald Trump bi awayekî erênî li operasyonê nihêrîye.

‘’Me bi awayekî fermî ragihand ku em dê li rojhilata Firatê dest bi operasyoneke leşkerî bikin. Em bi birêz Trump re li ser vê mijarê axifîn, bersîvên erênî dan’’ Erdogan got.

Erdogan da zanîn ku ew li ser sînorên xwe ‘’korîdora terorî’’ naxwazin û bi bîr xist ku wan heta niha dijî Sûrîyê, sê operasyon li dar xistine.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, li Sûrîyê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi Hêzên Sûrîya Demokratîk re hevkarîyê dike, lê Tirkîyê wê wek rêxistineke terorî dibîne.

Wezareta Berevanî ya Amerîka hefteya borî bang li Tirkîyê kiribû ku ji ‘’gavên yekalî’’ dûr bisekine

XS
SM
MD
LG