Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku serdana wî ya bo Washingtonê hîn ne teqezkirî ye.
Li ber bû ku Erdogan di 13’ê Mijdarê de serdana Washingtonê bikira û bi Serokê Amerîka Donald Trump re bicivîya.
Erdogan ser pirsa rojnamevanan got ku ‘’Berê jî me got. Berî em herin emê bi wî re (Donald Trump) bi rêka telefonê biaxifin. Li gor wê axaftinê ezê biryara xwe ya dawî bidim’’
Li ser van hevokan, rojnamevanekî got ku ‘’Axaftina bi telefonê ewê kengî çêbe?’’ û Erdogan jî got ku ‘’Heval hewil didin ku peywendîyê çêkin.’’
Berdevikê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin do Duşemê dabû zanîn ku ser vexwendina Trump gumana serdanekê çêbûye.
Kalin dîyar kiribû ku ger Amerîka teredutên Tirkîyê ji holê raneke dibe ku serdana Erdogan betal bibe.