Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Divê Saudî Berpirsên Kuştina Xaşiqcî Eşkere Bike


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ku divê kujerên Cemal Xaşiqcî were zelal kirin.

“Dozgerê Tirk ku lêpirsîna kuştina Xaşiqcî rêve dibe ji dozgerê Saudî xwest ku berpirsên kuştina Xaşiqcî zelal bike.”

Dozgerê Saudî Saud Al Mojeb roja Duşemê û Sêşemê bi dozgerê Stenbolê re li ser kuştina Xaşiqcî ya li konsulxaneya Erebîstana Saudî civînek çêkir.

Rîyad çar heftê berê îdiayên derbarê kuştina Xaşiqcî yê rexnegirê prensê Saudi Mihemed bîn Salman red kiribû, lê piştre Mojeb ew îdia pûç kiribû û gotibû ku kuştin karekî plankirî ye.

Tirkîye givaştinen xwe li ser Saudîyan didomîne û dixwaze ku Rîyad hemî tiştên ku çêbûne ji bîragiştî re eşkere bike.

Karbidestên Saudî dibêjin ku 18 kesên gumanbar ku di kuştina Xaçiqcî de cîh giritnê wê were dadgeh kirin, tevî ku Tirkîye daxwaza radestkirina wan dike.

XS
SM
MD
LG