Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Biçekkirina YPG'ê li Dijî Peywendîyên Tirkîye û Amerîka Ye


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan îro Înê got ku biryara Amerîka ya biçekkirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li tersî peywendîyên Tirkîye û Amerîka ye.

Erdogan dîyar kir ku ew bawer e, ewê di serdana wî ya li Washingtonê de mijara biçekkirina YPG’ê bi firehî were nirxandin û çareser kirin.

Serokomarê Tirk, li preskonferanseke li Enqerê dîyar kir ku ewê di serdana xwe ya li Washingtonê de herwiha radestkirina Fetullah Gulen yê li Amerîka jî biaxife.

Erdogan hefteya pêş, li Washingtonê dê serdana Serokê Amerîka Donald Trump bike. Li ber e ku biçekkirina YPG’ê, ku Tirkîye wek rêxistineke terorîst dibîne, û radestkirina Gulen, ku hikûmeta Tirk wî bi hewildana darbeyê tawanbar dike, mijarên sereke yên hevdîtina Erdogan û Trump bin.

XS
SM
MD
LG