Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Hişyarî Dide Yunanistanê ku Giravên li Derya Ege bi Çek Dike


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê ragihand ku Yunanistan divê çekkirina giravên li Derya Ege yên ku xwedî statuyeke bêçekbûnê rawestîne ne û pabendî peymanên navneteweyî be.

Erdogan îro rahênana leşkerî yên Tirkîyê ku li nêzî bajarê Îzmîrê ya Derya Ege tê dar xistin, şopand û li wir axaftineke kir.

Wî di axaftina xwe şerê serxwebûnê yê Tirkîyê di destpêka salên 1920’an de bi bîr xist, dema ku Tirkan dewletên dagîrker têk birin, Yunanistan jî di nav de.

"Tirkîye wê dev ji mafên xwe yên li Egeyê bernede û di mijara çekkirina giravan de ji karanîna mafên ku di peymanên navneteweyî de hatine dîyar kirin wê paşve gav navêje," Erdogan got.

Hefteya borî Erdogan ragihandibû ku Tirkîyê hemû danûstandinên dualî yên bi Yunanistanê radiwestîne jiber serokwezîrê Yunanî û herwiha jiber bi gotina Enqere binpêkirina qada esmanî ya Tirkîyê.

Enqere dibêje giravên Egeyê di çarçoveya peymanên 1923 û 1947’an de bi şertê ku Yunanistan wan biçek neke hatiye dayîne wî welatî.

Yunanistan jî dibêje ku gotarên Tirkîyê yên ser çekkirina giravan "bêbingeh" in û Enqerê jiber ku serwerîya wê ya li giravan nîqaş dike tawanbar dike.

Wezareta Derve ya Yunanistanê doh Pêncşemê 16 nexşe belav kir û got ku ew "bi awayekî zelal û eşkere kiryar û îdiyên neqanûnî, yekalî yên Tirkîyê nîşan didin."

Her du welatan ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re name şandine û tê nameyan de helwestên hevrikên xwe yên li qadên esmanî û giravan dîyar dikin.

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bi dubarekî dibêje ku ger Atîna çekkirina giravan bidomîne wê Tirkîye dest bi nîqaşkirina serwerîya Yunanıstanê ya ser giravan bike.
Berdevikê hikûmeta Yunanistanê Giannis Economou, ser îhtîmala fîkarên pevçûneke çekdarî îro ji rojnamevanan re got ku Atîna daxuyanîyên Tirkîyê bi xwînsarî dinirxîne.

Hevalbendên NATOyê demeke dirêj ser mijarên wek sînorên deryayî û îdiayên ser qadên deryayî yên li Derya Sipî û herwiha qada esmanî, koçberan û Qibrisê lihev nakin.

Alozî di van demên dawî de dîsa li ser giravên Egeyê derketin, ku Enqere dibêje li gorî peymanên Lozanê yên 1923 û 1947-an ên Parîs nayên çekdar kirin.

Tirkîye û Yunanistan di 2021’an de ser başkirina têkilîyan piştî navberekî pênc salî jinûve dest bi danûstandinên dualî kiribûn lê, pir hindik pêşketin pê hatibûn.

XS
SM
MD
LG