Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan bi Zelenskyy re Ser Avakirina Korîdorekê Peyîvî


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Ofîsa Seroktîya Tirkîyê ragihand ku Recep Tayyîp Erdogan evara Duşemê bi Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re ser telefonê peyîvî.

Ofîsa ragihand ku Erdogan ji Zelenskky re got ku jibo derfirotina berhemên çandinîyê yên Ukraynî korîdorek pêdivî ye.

Ofîsa Erdogan dîyar kir ku wî ji hevtayê xwe yê Ukraynî re got ku ew girîngîyeke taybet dide derbazbûna ewle ya keştîyên ku bi berhemên çandinîyê barkirî ne.

Ukrayna dibêje ku dorpêçkirina Rûsya ya ser benderên wê yên Derya Reş rê li ber şandina bi mîlyonan ton genim ji bo seranserê cîhanê re digire.

Erdogan herwiha dixwaze ku Tirkîye bibe beşek navenda kontrolê ya mekanîzmaya çavdêrîyê li Stenbolê ku Ukrayna, Rûsya û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di nav de be û jibo dawîkirina şer rêyekê bibîne.

Nivîsgeha seroktîya Tirkîyê herwiha da zanîn ku Erdogan berî ku bi Zelenskyy re biaxife, bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re jî peyîvîbû û ji wî re behsa heman mekanîzmaya çavdêrîyê kiribû.

XS
SM
MD
LG