Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Doza Reza Zarrab Hewildana Darbeyê ya Navnetewî Ye


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di civîna koma Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) de dijî doza ku Reza Zarrab wek dîdevan diaxife bertek nîşan da.

Erdogan dîyar kir ku bi doza li Dadgeha Federal ya Başûrê New Yorkê dixwazin destkeftîyên Tirkîyê yên li herêmê ji dest bistînin.

‘’Li Amerîka niha serdemeke wek 28’ê Sibatê ya li welatê me heye. Muxatabê me rêvebirîya ku bi hilbijartinê hatiye ser desthilatê ye. Yanî birêz Trump e’’ Erdogan got.

Serokomarê Tirkîyê da zanîn ku ‘’ti eleqeya doza li Amerîka bi hiqûq, dad û bazirganîyê tune’’ û ew ‘’hewildaneke darbeyê ya navneteweyî ye’’

Reza Zarrab di rûniştina do de dîyar kiribû ku piştî li Tirkîyê hatiye girtin bo were berdan bertîl daye.

XS
SM
MD
LG