Lînkên eksesibilîtî

Erdogan: Bakurê Îraqê bi Referandumê Xwe Avêt Nav Agir


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje ku Herêma Kurdistanê, bi pêkanîna referanduma cudabûnê ji Îraqê, xwe avêt nav êgir.

Erdogan li Enqerê bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku bi nîv-otonomîya berdest razî be, kêfa dahatîyên petrolê derxîne û xwe nevêje rêyeke nedîyar ku dawîya wê şikestin e.

“Li cîhê xwe rune! Tu niha li serê Bakurê Îraqê yî. Dirava te, samana te, petrol te, her tiştê te heye,” Erdogan got.

Hêjayî balkişandinê ye ku peywendîyên Tirkîye bi Herêma Kurdistana Îraqê baş bû, lê Enqere aniha dijberîyeke tund ji daxwaza wê ya serxwebûnê re nîşan dide.

XS
SM
MD
LG