Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Wê 400 Mîlyon Dolar Alîkarîya Mirovî Bişîne Ukrayna


Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed Bîn Selma
Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed Bîn Selma

Ajansa fermî ya nûçeyan SPA ragihand ku Erebistana Saudî îro Şemîyê wê alîkarîya mirovî ya bi 400 mîlyon dolarî bide Ukrayna.

SPA da zanîn ku Prensê Cîgir yê welêt Mihemed Bîn Selman bi ser telefonê bi Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re di derbarê rewşa herî dawî de axifî ye.

Ajansê got ku Mihemed Bîn Selman dîyar kiriye ku wê Erebistana Saudî hewildanên xwe yên bo navbeynkarîyê bidomîne û bo kêmkirina alozîyê amade ye ku di her warî de piştgirîyê bike.

XS
SM
MD
LG