Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Prensekî Saûdî û Lawê Wî Zêdetirî 6 Sal in Bê Darizandin Girtîne


Girtîgeheke Erebistana Saudî
Girtîgeheke Erebistana Saudî

Çavkaniyên nêzîkî malbata Prensekî Saûdî îro Sêşemê ji Ajansa Frans Press re gotîye ku ew nîgeranin jiber prensê bav û kurê wî yên ku zêdetirî 6 sal in "bê darizandin" li girtîgeheke nêzî Riyadê di girtîne.

Malbatê nîgeraniyên xwe derbarê tenduristiya prensî anî ziman, piştî ku çend roj berê krîza dil derbas kirbû.

Li gorî zanyariyan, rayedarên Erebistana Saûdî ji Çileya 2018an vir ve Prens Ebdulezîz Bin Selman Al Saûd û kurê wî Selman, bêyî ku tawana wan bi fermî were eşkere kirin ew bê dadgehkirin heta niha girtîne.

Piştî ku nêzî salekê di zindana El-Hayîr a li nêzî Riyadê de mabû, di Adara 2019an de ligel kurê wî bo vilayeke taybet hat veguhestin û piştre jî di Adara 2020an de bo zindaneke veşartî hat veguhestin û nêzîkî 3 salan li wir man.

Piştî vê yekê, di bin ewlehiyên tund de careke din bo vilayeke taybet li Riyadê hatin veguhestin.

Çavkaniyekî nêzî malbatê ku ji ber hesasiyeta mijarê nexwest navê xwe eşkere bike got, “Îna borî prens Ebdulezîz krîza dil derbas kir.” Wî her wiha got: "Ew rakirin nexweşxaneyê û gelek baş hat dermankirin, paşê roja Duşemê vegeriya vîllayê."

Wî her wiha got, "Lê em ji rewşa tenduristiya wî gelekî nîgeran in. Niha di malê de alîkariya wî ya tendirustî nayê kirin, ev yek dê zirarê bide wî."

Çavkaniyek din ya nêzî malbatê ev hûrguliyên bijîşkî piştrast kirin. Çavkanî got, "Ez difikirim ku ji bo rehetî û çavdêriyek çêtir, diviya bû ku ew bihata veguhestin bo malê" da ku malbat bikare baştir çavdêriya wî bikin.

Prens Selman (40 salî) ku li Zanîngeha Sorbonne ya Parîsê xwendî ye, bi fînansekirina projeyên pêşveçûnê yên li welatên xizan dihat nasîn.

Girtina Prens Selman bû sedema rexne û hewildanên navneteweyî yên komên lobî yên Amerîkî û qanûndanerên Ewropî ji bo berdana wî, lê heta niha bê encam mane.

Çavkaniyê got ku Prens Ebdulezîz û kurê wî Selman "haya jê nîne kanê tawana wan çiye û çima hatine girtin."

Wî berdewam kir û got, "Tişta ku em dizanin ew e ku ew hatine girtin."

Wî got, "Ji hêla qanûnî ve, dibêjine wê binçavkirina keyfî," ya ku Koma Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî navê 'Girtina Keyfî' li binçavkirinên weha kirîye.

Jêder: AFP/Alhurra

XS
SM
MD
LG