Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Eren Keskîn: Jin Dijî Pêşnîyara Efû ya MHP’ê Ne


Kurdish women in Diyarbakir, Turkey, protesting violence against women
Kurdish women in Diyarbakir, Turkey, protesting violence against women

Pêşnîyara efûya ya Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP), di rojeva Tirkîyê de cîhekî fireh digire.

Efûkirina karanîna zarokan û destdirêjîya jinê di pêşnîyarê de cîh nagire, lê derdorên femînîst bertek nîşanî vê pêşnîyarê didin.

Li gor pêşnîyara MHP'ê, “kuştina mirovan ya bi mebest” jî di vê pêşnîyara efûyê de cîh nagire.

Lê, eger ev pêşnîyar were qebûl kirin, sûcên wek “kuştina mirovan ya bê mebest” ji têkevin nav vê efûyê û ew jî bi dozên kuştînên jinan ji nêzve girêdayî ye.

Tevî ku di dozên kuştina jinan de, zêdetir bi sûcê “kuştina mirovan ya bi mebest” werin ceza kirin jî, gelek doz jî bi encama “kuştina mirovan ya bê mebest” tên ceza kirin.

Taybetî, mêr dema jinan birîndar dikin û paşê encamên mirina jinan, mêr di parastina xwe de dibêje, “Min xwe negirt, min tenê xwest ku ez birîndar bikim. Ez poşman im. Min ew pir hez dikir”

Aktîvîsta mafên mirovan û parêzera femînîst Eren Keskîn dibêje ku jin vê pêşnîyara efûyê li dijî xwe dibînin.

“Her çiqas MHP dibêje efûkirina kuştina jinan di pêşnîyarê de cîh nagire ji, ev ne wusa ye. Ev ne tenê jibo kuştinên bi mebest e, lê hin dadgeh di bûyêrên kuştîna jinan de biryara “bê mebest çêbûyê” dide. Biryara her dadgehê cuda ye.”

Keskîn herwiha dîyar dike ku sûcên wek birîndarkirin, tehdît, haqaret di nav van sûcan de tên efû kirin.

“Ev ji jibo jinan xeter e. Jiber ku gelek jin rastî lêdan haqaret û birîndarkirinê tên. Jin û taybetî femînîst li hember vê pêşnîyarê ne. Jiber ku dema mirov rastîya MHP’ê dinêre, partîyeke feodal e û desthilatdarîya mêran diparêze. Jiber vê yeke şîdeta li dijî jinê ji polîtîk e û jin naxwazin ev pêşnîyar were qebûl kirin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:16 0:00

XS
SM
MD
LG