Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: 54 Kes di Êrîşeke Esmanî de li Rojhlata Sûrîyê Hatin Kuştin


Boukamal, Syria and al-Qaim, Iraq
Boukamal, Syria and al-Qaim, Iraq

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Înê ragihand ku di êrîşeke esmanî de 54 kes li rojhilata Sûrîyê hatine kuştin ku 28 ji wan sîvîl in.

SOHR dîyar kir ku êrîşa esmanî ya dijî Dewleta Îslamî yan ji hêla koalîsyona navnetewî yan jî ji alîyê artêşa Îraqê ve hatiye kirin.

SOHR da zanîn ku êrîşên esmanî yên ser deverên nêzî el-Sûsa û el-Baghûz Fawkani roja Pêncşemê qewimîn.

Berdevkê koalîsyonê Kolonel Sean Ryan ji Reuters’ê re got ku divê ew yan hêzên hevkar ew êrîş pêk anîbin. Wî da zanîn ku ewê vekolîana raportên ser kuştina sîvîlan bike.

XS
SM
MD
LG