Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ li Bakurê Sûrîyê Êrîşî Penaberan Dike, 37 Kes Dikuje


Di êrîşeke çekdarî de, herî kêm 37 kes ji alîyê DAIŞ’ê ve li bakurê rojhilata Sûrîyê hatine kuştin, ajansa Reuters ragihand.

Êrîş li kampa Recm el-Salibi ya nêzî tixubê Sûrîyê û Îraqê qewimî û du êrîşê de bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Ajansê dîyar kir ku piştî êrîşê pevçûnên dijwar di navbera HSD’ê û DAIŞ’ê de derketine.

HSD’ê di 18 mehên dawî de gelek deverên nû yên bakurê Sûrîyê ji DAIŞ’ê rizgar kirine û vê gavê jî operasyona rizgarkirina Reqa didomîne.

XS
SM
MD
LG