Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

St Petersburg Hember Êrîşeke Nû di Hişyarî de Ye


Ajansa nûçeyan ya Rûsî RIA Novosti îro Sêşemê ragihand ku hêzên ewlekatî hişyarîyekê ser êrîşeke nû li hember heman îstasyona metro ya Sennaya Ploshchad li St Petersburg.

Karbidestên Rûsî dibêjin ku êrîşa roja Duşemê, ku 14 kes tê de hatibûn kuştin û 50 kesên din jî birîndar bûbûn, reng e ji alîyê êrîşvanekî li Qirgizistanê dayikbûyî hatiye kirin.

Ajansa Interfax ji zarê karbidestên ewlehîyê ragihand ku girêdana êrîşvanê Qirgizî bi radîkalên Îslamî heye.

Berdevkekî îstixbarata Qirgizî, GKNB ragihand ku nave êrîşvan Akbarzhon Jalilov e û ew di 199’5an de li bajarê Osh hatiye dine, lê wî ti hurgilîyên din nedan.

XS
SM
MD
LG