Lînkên eksesibilîtî

Di Êrîşeke Xwekujî de Herî Kêm 20 Kes li Pakistanê Hatine Kuştin


Bombevanekî xwekuj îro Pêncşemê xwe di nav girseyeke mezin ya Sufîyan de peqand ku li ber zîyaretgehekê civîbûn.

Di êrîşê de herî kêm 20 kes, ku piranîya wan Şîa ne, li Belucistanê hatine kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestên xwecîhê ji VOA re ragihand ku êrîşvan hewil da ku têkeve nav avahîyê, lê polîsan rê li ber wî girt û wî hîngê xwe peqand.

XS
SM
MD
LG