Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tehran Radigihîne ku Êrîşvanên Gora Xumeynî û Parlementoyê ji Îranê Ne


Hêzên ewlekarîya Îranê li pêş parlementoyê
Hêzên ewlekarîya Îranê li pêş parlementoyê

Cîgirê Serokê Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Îranê di hevpeyvîneke li ser kanala dewletê de ragihand ku êrîşvanên Tehranê ji Îranê ne.

‘’Ser nasnameya êrîşvanan ez dikarim bibêjim ku ew ji hin bajarên Îranê ne û tevlî DAIŞ’ê bûne’’ Reza Seifolhai got.

Reuters’ê ragihand ku hejmara kesên ku di êrîşên li parlementoya Îranê û ya li ser tirba Ayetullah Xumeynî hatine kuştin bûye 13.

Ji alîyê din ve, Serokê Amerîka Donald Trump, bi daxuyanîyekê jibo kuştîyan sersaxî xwest û got ku dewletên piştgirîyê didin terorê dikin ku qurbanî zêdetir bibin.

Pasevanên Şoreşa Îslamî ya Îranê dîyar kiribûn ku berpirsê êrîşa Erebîstana Saudî ye û êrîş tam heftekê piştî serdana Trump ya li wî welatî pêk hatîye.

XS
SM
MD
LG