Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûnên Giran yên Navbera Ermenîstan û Azerbaycanê Didomin


Leşkerên Ermenî li eniya herî pêş ya li herêma Tavush, Ermenistan, 14'ê Tîrmeh 2020
Leşkerên Ermenî li eniya herî pêş ya li herêma Tavush, Ermenistan, 14'ê Tîrmeh 2020

Pevçûnên giran yên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê yên li ser serwerîya herema Karabax a Çîya di roja duyê de, berdewam dike û tê gotin di şer de hêza esmanî, mûşek û çekên giran têne bikaranîn.

Pevçûnên di navbera her du komarên Sovyeta berê de metirsîyên di derbarê aramîya li Qafkasaya Başûr ku wek xeteke borîyên petrol û gazê digîhîne bazarên cîhanê ye, jinûve zêde kir.

Gaveke bo pevçûnek berfireh ku dikare hêzên herêmî yên mezin Rûsya û Tirkîyê bikişîne nav şer.

Navbera Moskow û Ermenîstanê de peymana berevanîye heye, lê Enqere jî piştgirîya nîjada xwe ya Tirk ya li Azerbaycanê dike.

Girjîyên di nava piranîya Ermenîstana Xiristîyan û bi giranî Azerbaycana Misilman yên ser serwerîya herema Nagorno – Karabaxê bi dehsalane didome, ku herêmek veqetandî ya ku di nav Azerbaycan de ye lê ji hêla Ermenîyên etnîkî ve tê rêvebirin.

Parlamentoya Ermenîstanê ya ku wek êrîşek leşkerî ya berfireh ya ji hêla Azerbaycanê ya ser Qarabaxê ku ya bi alîkarîya Tirkîyê bi nav kiribû, şermezar kir û ragihand ku tevlîbûna Enqereyê dikare aramîya herêmê têke xeterîyê. Lê, Azerbaycan beşdarîya hevalbendê xwe Tirkîyê ya şer înkar kir.

Azerbaycanê seferberîya leşkerî ya qismî dîyar kirîye û wezîrê karên derve yê wêlat ragihand ku şeş sivîlên Azerî hatine kuştin û 19 leşker jî birîndar bûne.

Li gor ragihandina nûnerêke wezareta berevanîya Ermenistanê ya ji ajansa nûçeyan Interfaxê 200 Ermenî birîndar bûne.

Herema Qarabax piştî ku roja Yekşemê ragihand ku di encama êrîşên Azerbaycanê de 16 leşkeren wê hatine kuştin û pirtirî 100 leşker jî birîndar bûne, îro Duşemê kuştina 15 leşkerên din ragihand.

Di çerçova qanûnên navneteweyî, Qarabax wek beşek ji Azerbaycanê tê nasîn, lê Ermenîyên etnîkî yên ku piranîya nifûsê pêk tînin desthilatdarîya Azerî red dikin.

Herem bi belavbûna Yekîtîya Sovîyetê ya 1991'an de ji Azerbaycanê veqetya û ji wê demê vir ve bi piştgirîya Ermenistanê karên xwe bi xwe rêve dibe.

Her çend her du welatan di 1994'an de agirbesteke îmze kirin jî, Azerbaycan û Ermenistan pir caran hevûdu bi êrişên li derdora Qarabaxê û li ser sînorên Azerî-Ermenî tawanbar dikin.

XS
SM
MD
LG