Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bûyerên Sala 1915'an yên dijî Ermenîyan li Dîyarbekirê Hatin Bîranîn


Îro salvegera Komkujîya Ermenîyan e. Di 24’ê Nîsana 1915’an de dema desthilata Osmanîyan de bi qanûna “Tehcîr” bi mîlyonan Ermenî ji cîhê xwe hatin koç kirin û rastî tevkujîyê hatin.

Li gor Ermenîyan mîlyon û nîv Ermenî di tevkujîyek de hatin kuştin. Wek Ermenîyan, gelek welatên Ewropî jî wê bûyerê wek “jenosîd” qebûl dikin.

Lê, Tirkîye îdia dike ku komkujî çênebûye û dibêje kesên ku mirine jî di dema tehcîrê de jîyana xwe hinda kirine.

Îsal cara yekê ye ku serokwezîrekî Tirkîyê peyama sersaxîyê jibo Ermenîyan da.

Serokwezîrê Tirkîyê Tirkîyê Recep Tayip Erdogan rojeke berîya salvegerê, li ser malpera fermî ya serokwezaretîyê bi neh zimanan peyama sersaxîyê da Ermenîyan, lê bûyerê wekî “tehcir” binav kir.

Jibo salvegera 24’ê Nîsanê, li Dîyarbekirê jî ji alîye sazîyên civakî daxuyanî hat dayîn û ev bûyer hat şermezar kirin.

Sazîyên Civakên sîvîl yên bajêr li ber peykera “Vijdana Hevpar” kom bûn û li ser navê wan Serokê Baroya Dîyarbekirê Tahir Elçî ew daxuyanî xwend.

Birêz Elçî dîyar kir ew tehcîrê wek jenosîdê binav dikin û divê Tirkîye jî komkojîyê qebûl bike û edalet jibo Ermenîyan jî cîh were.
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG