Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Azerbaycan û Ermenistanê kir ku pevçûnên di navbera xwe de rawestînin.
Berdevikê Sekreterê Giştî yê NY’ê Stephane Dujarric di preskonferansa rojane de dîyar kir ku Sekreterê Giştî Antonio Guterres ji Azerbaycan û Ermenistanê dixwaze ku pevçûnên xwe rawestînin û girjîyê daxin.
Dujarric da zanîn ku Guterres bi Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev re bi rêka telefonê axifîye û ew dê bi Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan re jî ser kêmkirina girjîyan biaxife.
Wî dîyar kir ku girjîya li herêma gur dibe û kesên di pevçûnan de têne kuştin bo Guterres fikaran çêdikin.
Yekîtîya Ewrupa (YE) jî bang li Azerbaycan û Ermenistanê kir ku pevçûnan bi dawî bikin û dest bi danûstandinan bikin.
Berdevikê Komîsyona Ewrupa Peter Stano da zanîn ku pêdivîya herî dawî ya herêmê şer e û da zanîn ku pevçûn çareserîyê çênake.
Wezareta Berevanî ya Azerbaycanê îdia dike ku di pevçûnan de pirtir ji 550 leşkerên Ermenistanê birîndar bûne û hatine kuştin, lê karbidestên wî welatî vê îdiayê red dikin.
Li gor karbidestên Nagorno - Karabaxê ya di bin serwerîya Ermenistanê de ji alîyê wan 59 leşker hatine kuştin. Berpirsên Azerbaycanê dibêjin ku ji alîyê wan 26 sîvîl birînda bûne. er