Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ermenistan û Azerbaycan Hevdu bi Binpêkirina Agirbestê Tawanbar Dikin


Pevçûnên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de roja Şemîyê jî nesekinîn û her du alîyan hevdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar kirin.

Wezîrên derve yên Ermensitan û Azerbaycanê roja Înê li Cenevrê, bi karbidestên Fransa, Rûsya û Amerîka re kom bûbûn û bo herêmên sîvîlan agirbest ragihandibûn.

Bi êrîşên roja Şemîyê, agirbesta ku cara çaran hatibû ragihandin, pûç bû.

Li gor daxuyanîyên karbidestên Nagorno – Qarabaxê li bazareke bajarê Stepankert êrîş li dar ketin.

Wezareta Derve ya Ermenistanê ragihand ku di êrîşan de ‘’gelek’’ sîvîl hatine kuştin, lê karbidestên Azerî îdiayên ser êrîşê red kirin û dîyar kirin ku Ermenistanê êrîş birine ser taxên Azerîyan.

Pevçûnên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, di dawîya Îlonê de destpê kiribûn û li gor berpirsên Rûs ji her du alîyan heta niha bi kêmî ve 5000 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG