Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Ermenistan û Azerbaycanê ser danûstandinên aştîyê yên derbarê Nagorno – Qarabaxê li hev kirine.
Reutersê ew agahî ji zarê ofîsa Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan ragihand.
Pashinyan roja Çarşemê li Brukselê bi Serokomarê Azerî Îlham Alîyev re kom bû.
Li gor daxuyanîya ofîsa Pashinyan, her du rêberan li hev kirine ku ew bo sînordarkirina tixûbê hevbeş komîsyoneke hevpar çêkin.