Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ermenistan bo Hilbijartina Serokwezîrê Nû li Benda 1'ê Gulanê Ye


Parlamentoya Ermenistanê bo hilbijartina serokwezîrê xwe yê nû hilbijêre dê di 1’ê Gulanê de bi awayekî demûdest kom bibe.

Serokomarê Ermenistanê Serj Sarkîsyan, ku 10 sal in wî welatî birêve dibe, desthilata serokwezîr berfirehtir kiribû û ji alîyê partîyê xwe ve bo serokwezîrîyê hatibû erkdar kirin.

Sarkîsyan, roja Duşemê jiber protestoyên li seranserê Ermanistanê karvekişîna xwe da.

Rêberê rikeberîyê Nîkol Paşînyan da zanîn ku bo serokwezîrîyê berendam e û bi komên din yên parlamentoyê re danûstandin kirin.

Piranîya parlamentoyê di destê partîya Sarkîsyan de ye.

Sarkîsyan di sala 2008’an de bûbû serokwezîr û jiber ku dema wî temam bûbû di meha Adarê de dest ji karê xwe berdabû.

Sarkîsyan, di dema serokwezîrîya xwe de pergala welêt veguhastibû ya parlamenterîyê û desthilat xistibû bin kontrola serokwezîr.

Sarkîsyan piştre ji alîyê partîya xwe ve wek berbijar hatibû raber kirin û hatibû pejirandin.

Bi deh hezaran kesên pêr Çarşemê li Yerevanê kom bûn piştgirî dan serokwezîrîya Paşînyan.

XS
SM
MD
LG