Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarên Ermenistanê Bang li Pashinyan Dikin ku Karvekişîna Xwe Ragihîne


Sererkanê Ermenistanê Onik Gasparyan û fermandarên payabilind bang li serokwezîrê welêt Nikol Pashinyan kirin ku karvekişîna xwe ragihîne.

Pashinyan ser banga fermandarên artêşê got ku ‘’hewildana darbeyê ye’’ û ji alîgirên xwe xwest ku derkevin kolanan.

Pashinyan ji Facebookê dîyar kir ku wî Sererkanê Ermenistanê Onik Gasparyan ji kar dûr xistiye.

‘’Divê em berevanîya şoreşê bikin. Em di rewişeke pir dijwar de ne. Min sererkan ji kar dûr xist. Niha erka herî girîng parastina desthilata sîvîl e.’’ Pashinyan got.

Wî da zanîn ku ew berpirsîya têkçûna li Nagorno – Qarabaxê digire ser xwe dîyar kir ku gel dixwaze hin tiştan ji artêşê jî bipirse û artêş nikare ji ber wan pirsan bireve.

Hin Ermenîyan piştî ku Pashinyan bo Nagorno – Qarabaxê bi Azerbaycanê re peyman îmza kiribû protesto li dar xistibûn û xwenîşandarên ketibûn avahîyên hikûmet û parlamanê ji serokwezîrê welêt xwestibûn ku karvekişîna xwe ragihîne.

XS
SM
MD
LG