Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxwaza Dubare Vekirina ERT Dihête Kirin


Xwepêşandêr li pêş avahîya ERT di grevê de ne
Xwepêşandêr li pêş avahîya ERT di grevê de ne
Sendîkaya Weşangerên Ewropî daxwaz ji Yunanistanê dike televîzyona ERT ya dewletê jinûve veke ku ji alîyê hikûmetê ve hatibû girtin.

Ev biryar wek beşeke tedbîrên kêmkirina xercên hikûmetê hatibû dayîn.

Serokê sendîka Jean-Paul Philippot îro Înîyê daxwaz ji hikûmeta Yunanî kir weşana ERT û girêdana wê ya întetê jinûve veke.

Wî got, biryara hikûmetê biryareke nedemokrat e.
Biryara hikûmeta Yunaî herwiha bibû armanca rexneyên ji rojnamevanan, karkerên ERT û partîyên kîmanî yên nav hikûmeta koalîsyonê.

Bi deha xwepêşandêr do Pêncşemê li wî welatî rêdeçûnek kiribûn û karkeran jî grevekê seranser Yunanistanê saz kiribpn ku biryara hikûmetê ta dacistina ERT protesto bikin.
XS
SM
MD
LG