Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Ger Esad Çekên Kîmyayî Bikar Bîne Amerîka Dê Bersîvê Bide


Qesra Sipî dîyar kir ku ger rêvebirîya Şamê li Îdlibê çekên kîmyayî bikar bîne ewê bi lez bersîvê bidin.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders bi daxuyanîyê da zanîn ku ew rewşa Îdlibê ji nêz ve dişopînin û dîyar kir ku bi mîlyonan sîvîlên bêguneh, bi metirsîya êrîşên rejîma Esad ya ku Rûsya û Îran piştgrîya wê dike re rû bi rû mane.

‘’Em vê yekê eşkere bêjin, ger Serok Beşar Esad jinûve çekên kîmyayî bikar bîne, Amerîka û hevalbendên wê biryar dane ku ku bi lez û bi awayekî guncaw bersîvê bidin’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Berdevka Qesra Sipî bi bîr xist ku Serokê Amerîka Donald Trump bang li rêvebirîya Esad kiriye ku dijî Îdlibê operasyonê neke.

Sarah da zanîn ku Amerîka li gor biryarên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûrîyê çareserîyeke mayînde dixwaze û dê li ser wê bi hevkarên xwe re bixebite.

XS
SM
MD
LG