Ofîsa seroktîya Sûrîyê li ser Twitterê ragihand ku serokê wî welatî Beşar Esed îro Şêşemê biryara avakirina hikûmeteke nû îmza kir.
Li gor biryarê, Husên Arnus de serokwezîrîya hikûmeta nû ya Sûrîyê bike.
Ji alîyê din ve, medyaya dewleta Sûrîyê ragihand ku şewateke ku di keştîyeke bazirganî ya li bendergeha Lazkîye derketibû, hate vemirandin.
Televîzyona Îxbarîye ya dewletê zelal nekir ku sedema şewatê çi ye.