Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoğlu: Esad bo Efrînê Ketîye Dudilîyê


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kir ku ser çûyîna hêzên hikûmeta Beşar Esad ber bi Efrînê ve, ti agahîyê nehatîye ber destên wan.

Çavuşoğlu da zanîn ku Esad bo Efrînê ‘’ketîye dudilîyê’’

‘’Eger rejim bo piştgirîya YPG’ê were jî kes nikare me rawestîne. Kî berevanîya YPG’ê bike bo me YPG ew kom yan welata ye’’ Çavuşoglu got.

Medyaya hikûmeta Sûrîyê, do Duşemê ragihandibû ku hêzên hikûmeta Sûrîyê dê herin Efrînê, lê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) piştre dîyar kiribû ku hîn ti rêkeftin çênebûye.

XS
SM
MD
LG