Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îstixbarata Fransa: Esad yan Cîgirekî Wî Fermana Êrîşa Xan Şêxûnê Daye


Reuters’ê îro Çarşemê ji zarê îstixbarata Fransa ragihand ku di êrîşa 4’ê Nîsanê ya li bakurê Sûrîyê de gaza sarînê hatîye karanîn.

Îstixbaratê dîyar kir ku fermana êrîşê, Serokê Sûrîyê Beşar Esad yan alîkarekî wî yê nêz daye.

Di êrîşa ku li Xan Şêxûn ya Îdlibê pêk hatibû de bi dehan kes hatibûn kuştin. Amerîka, ser êrîşê Esad bi karanîna çekên kîmyayî tawanbar kiribû û dij bingeheke esmanî ya Artêşa Sûrîyê êrîşên muşekî li dar xistibû.

Artêşa Fransa û servîsa îstixbaratê, di raporeke bi 6 rûpel de dîyar kirin ku mînakên ji erdên êrîşê û yên ji xwîna qurbanîyekê nîşan didin ku gaza sarînê hatîye karanîn.

Di nav mînakên elementan de, ser yekê nîşana hikûmeta Sûrîyê heye û dîyar dike ku wê gaza sarînê çêkiriye.

‘’Îstixbarata Fransa eşkere dike ku Beşar Esad yan alîkarên wî yên nez fermana karanîna çekên kîmyayî dane’’ di raporê de hat nivîsîn.

Raporê bi berdewamî da zanîn ku kapasîteya komên cîhadî yên li herêmê têra li dar xistina êrîşeke wisa nake ku DAIŞ jî ne li wê herêmê ye.

Esad ser gumanên êrîşa kîmyayî di 13’ê Nîsanê de ji AFP’ê re gotibû ku wî hemî çekên kîmyayî radest kirine û ew îdia hemî zirderew in.

XS
SM
MD
LG