Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad: Peymana Îdlibê Tedbîreke Demkî Ye


Serokê Sûrîyê Beşar Esad ser Peymana Îdlibê, ku di navbera Rûsya û Tirkîyê de hatibû îmza kirin, got ku ‘’tedbîreke demkî ye’’

Esad dîyar kir ku Îdlib, ku herêma dawî ya di destê serhildayan de ye, dê bi temamî di bin kontrola rêvebirîya Şamê keve.

Ajansa fermî ya Sûrîyê, SANA ragihand ku Esad di civîna Partîya Baas de dîyar kir ku bi lihevkirina Rûsya û Tirkîyê, ‘’rê li ber rijandina xwînê hatiye girtin’’ û ‘’bi tedbîra demkî Sûrîye li enîya şer jî bi ser ketiye’’

‘’Îdlib û herêmên din yên din destê terorîstan de dê bikevin bin kontrola Sûrîyê’’ Esad got.

Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di 17’ê Îlonê de biryar dabûn ku li Îdlibê heremeke ewle çêkin.

Li gor lihevkirina Rûsya û Tirkîyê dê heta 15’ê Cotmehê herêma ewle ya ji çekan hatiye paqij kirin çêbe.

XS
SM
MD
LG