Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad Ser Civînên Soçî Geşbîn E


Serokê Sûrîyê Beşar Esad dîyar kir ku di civînên Cenevrê de, ku Neteweyên Yekbûyî (NY) bo aştîya Sûrîyê birêve dibir, ti encam bi dest neketiye.

Esad da zanîn ku jiber ku di danûstandinan de rikeberîyê nûnerîya ti kesî nekiriye encama civînê çênebûye.

Li gor Esad, di civînên Soçî de, ku dê bi navbeynkarîya Rûsya li dar keve, pirtir encam werin bi dest xistin.

Civînên Cenevrê hefteya borî bi dawî bûbû û di navbera rikeberî û nûnerên hikûmeta Sûrîyê de, bo aştîyê ti pêşketin çênebûbû.

Nûnerê NY’ê dîyar kiribû sedema pêşketinê hikûmeta Sûrîyê ye ku ‘’ji bilî terorê naxwaze ti mijaran biaxife’’

Rikeberîya Sûrîyê ew demeke dirêj e peyvajoyeke derbazbûnê ya bê Esad dixwaze, lê hikûmet naxwaze ser vê mijarê nîqaşan bike.

Esad dîyar kir ku bo civînên Soçîyê geşbîn e û ewê di danûstandinê de li ser qanûna bingehîn jî nîqaşan bikin. Serokê Sûrîyê dîyar kir ku dibe ku hilbijartinên meclîsê jî were nîqaş kirin.

Rikeberîya Sûrîyê dîyar dike ku hewil dana Soçîyê rê li ber pêşketina di civînên Cenevrê de girtîye.

Esad jî dide zanîn ku delegasyona li Cenevrê ji alîyê hêzên derve tên karanîn.

XS
SM
MD
LG