Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad Sê Wezîrên Xwe Diguherîne


Serokê Sûrîyê Beşar Esad di rêvebirîya hikûmetê de hin guherîn kirin.

Ajansa fermî ya Sûrîyê, SANA ragihand ku Esad biryarnameya ku wezîrên nû yên enformasyonê, berevanîyê û endustrîyê erkdar dike îmza kiriye.

Li gor biryarnameyê, li şûna Fahd Cessem Yusef yê ku ji 2012’an vir ve wezîrê berevanîyê bû, Sererkanê Sûrîyê Alî Abdullah Eyub hat erkdar kirin.

Di rêvebirîya nû de Îmad Abdullah Saray dê bibe wezîrê enformasyonê û Muhammed Mazen Alî Yusef jî dê wek wezîrê endustrîyê kar bike.

SANA ser sedema guherandina wezîrên ti agahî neda, lê bal kişand ku hikûmetê di serdemeke ku li enîyan bi ser dikeve guherîn pêk anîye.

XS
SM
MD
LG