Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karsazê Kurd Remzî Firat Û 56 Sal ji Karê Bazirganiyê li Stenbol


Karsazê Kurd Remzî Firat - Stenbul
Karsazê Kurd Remzî Firat - Stenbul

Esnafêke Kurd yê bi navê Remzî Firat, ev 56 sal in li Îstenbul’ê berhemên xemilandî yên dîyarî û berhemên tekstîlê difroşe.

Firat her çiqas kurdekî ji bajarê Meletîyê be jî, piranîya emrê xwe li vî bajarê bêserûbin derbaz kiriye.

Û ew wek esnaf di nav van salên dirêj de pêşîn 46 sal ji jîyana xwe li Kapaliçarşi dihêle û bi heman dînamîzmê ew ev deh sale jî li taxa Buyukada ya Îstenbul’ê heman karê didomîne.

Li vir navê Buyukada wek ku Tirkî jî hatiye nivîsîn tê wateya Girava Mezin û jibo dîtina Buyukada salê bi mîlyonan gerokên xwecihî û bîyanî bi rêya deryayî serdana vê giravê dikin.

Karsazê Kurd Remzî Firat - Stenbul
Karsazê Kurd Remzî Firat - Stenbul

Bi hatina rojên germ û kêmbûna hejmara pêketî û mirinên pandemîya vîrusa korona gerok êdî zêdetir berê xwe didin vê taxa bi behre hatiye dorpêçkirin. Bi vê yekê ve girêdayî jî Firat dîyar dike ku karê wî jî bi awayekî berbiçav zêde bûye.

“Jibo çûnûhatinê İstenbul wek pirekê ku di navbera Ewrupa û Asya de ye. Jiber vê yekê jî evder wek navendekê ye û li her cîhên cîhanê mirov serdana vî bajarî dikin û turîzm û aborîyê zindî dikin. Herwiha di demên dawî de jiber kêmbûna pêketîyên COVID-19 jî tevgereke jî çêbûye.”

Lê Firat di berdewamîya axaftina xwe de jî bale dikşîne ser bandora şerê di navbera Rusya û Ukrayna û kêmbûna hejmara gerokan jî.

“Bi şerê Rusya û Ukrayna ve girêdayî hatine gerokên ji herdu welatan jî kêm bû. Dirêjbûna vî şerî de bû sedema nehatina gerokan. Lê li alîyekî din ve jî bi germbûna bayê gerok ji welatên Ewrupa û welatên din serdana vî bajarî dikin.

Raporta Stenbolê 29 05 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:09 0:00
XS
SM
MD
LG