Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mark Esper jiber Vîrusa Korona Serdana Hindistan, Pakistan û Ozbekistanê Betal Dike


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper jiber karên ser têkoşîna dijî vîrusa korona serdanên xwe yên li Hindistan, Pakistan û Ozbekistanê betal kir.

Esper li Pentagonê karên ser têkoşîna dijî vîrusa korona birêve dibe.

Berdevika Pentagonê Alyssa Farah ser betalkirina serdanan daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Wê dîyar kir ku Esper jiber rewşa vîrusa korona bername betal kiriye û ewê di rojên pêş de serdana Hindistan, Pakistan û Ozbekistanê bike.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG