Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mark Esper: Operasyona Yekalî ya Tirkîyê Dibe Sedema Kêşeyên Mezintir


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper îro Sêşemê got ku ewê di hefteya pêş de serdana NATO bike û givaştin li ser welatên endam bike ku hember kiryarên xeter yên Tirkîyê hewesteke hevbeş bigirin û yek û yek jî nerazîbûna xwe hember Tirkîyê dîyar bikin.

Esper got ku kiryara yekalî ya Tirkîyê gaveke bê hizrîn bû û tiştekî ne pêdivî bû.

“Berpirsîya êncamên vê operasyonê, ku tê de jinûve xurtbûna DAIŞê, tawanên ceng yên muhtemel û krîza mirovahîya ku mezintir dibe hene gîş li ser Serok Erdogan in.”

Esper bi berdewamî got ku kiryarên neberpirsane yên Tirkîyê hêzên Amerîkî yên li Sûrîyê xistiye rewşeke pir metirsîdar ku ew nikarin qebûl bikin.

“Loma, li ser daxwaza Serok Trump, Wezareta Berevanîyê dest bi prosesa vekişîna bi mebest ya hêzên Amerîkî ji Sûrîyê kiriye.”

Wî hişyar da ku kiryarên yekalî yên Tirkîyê dibe sedema kêşeyên berfirehtir li wê herêmê.

XS
SM
MD
LG