Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esper: Em û Hevalbendên NATO, YPG'ê Wek Rêxistineke Terorî Nabînin


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper dîyar kir ku ew û jimareke hevalbendên NATO, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek rêxistineke terorî nabînin.

Esper di rûniştina li Komîsyona Xizmetên Çekdarî yên Cıvata Nûneran de pirsên endamên Kongresê bersîvandin.

Wezîrê Berevanî li ser pirsekê da zanîn ku ew û Tirkîyê bo YPG’ê ji hev cuda difikirin û jiber vê Tirkîye hin gavên NATO dereng dixe û zararê dide wê.

Di rûniştinê de hin endaman bi pirsên xwe îdia kirin ku ‘’Amerîka li Kurdan îxanet kiriye’’

Bi taybetî endamên Demokrat biryara Serok Donald Trump ya ser vekişandina leşkerên Amerîkî bi tundî rexne kirin.

Wan dan zanîn ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî biryara Trump, bo ketina Sûrîyê ‘’wêrektir’’ bûye, Rûsya û hêzên rejîmê ketine cîhê Amerîka û pozîsyonên girîng ji dest Amerîka çûne.

Esper li ser wan pirsan dîyar kir ku Amerîka û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku YPG pêşengîya wê dike, bi tenê bo têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) li hevdu kiriye û wan ser dewleteke xweser û şerê dijî Tirkîyê ti garantî nedaye.

Wî da zanîn operasyona Tirkîyê ya dijî Sûrîyê têkoşîna li hember DAIŞ’ê aloztir kiriye û got ku ewê armanca xwe ya ser tunekirina wê rêxistinê bidomînin.

XS
SM
MD
LG