Ofîsa seroktîya Tûnisê îro ragihand ku serok Beji Caid Essebsi yê 92 koça dawî kir.
Essebsi, piştî xwepêşandanên girseyî yên sala 2011'ê, roleke girîng girtibû ser xwe û pêşengîya welêt kiribû ku vegere demokrasîyê.
Essebsi meha borî nexweş ketibû û dû re ji nexweşxanê re hatibû veguhastin. Tevî ku raportên mirîna wî belav bûbû, karbidestan ew yek red kirûb û gotibû ku rewşa saxlemîya wî xirab e.