Ajansa Reutersê îro Înê ragihand ku koalîsyona nû ya Estonya bo jinûve erkdarkirina serokwezîra welat Kaja Kallas deng da.
Koalîsyona nû ji sê partîyan çêbûye ku têde partîya lîberal ya Kallas, Partîya Reformê, Partîya Isamaa ya konservatîf û Partîya Sosyal Demokrat ya çepa navendî hene.
Di parlamana Estonya de 101 kursî hene û hejmara endamên koalîsyonê 55 e.
Hikûmeta nû dê roja Duşemê sond bixwe. Her du hêl jî dê pênc wezîran erkdar bikin û li ber e ji Partîya Isamaa, Urmas Reinsalu bibe wezîrê derve.
Kallas ji 3’yê Hezîranê vir ve bo hikûmeteke kêmanîyê rêberîyê dike ku wê Partîya Navendê piştî ser redkirina reformên dibistanê lê hêla rastgirên tundrê sekinîbû ji kar dûr xistibû.
Koalîsyonê niha qebûl kiriye ku heta 2024’an bo zimanê pêşdibistan û dibistanan bibe Estonî dengdanê bike.
Hêjayî balkşandinê ye ku nîfûsa Estonya 1,3 mîlyon e û ji çar paran pareke wê Rûs in.