Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ETA bo Kuştîyên Çalakîyên Xwe Lêborînê Dixwaze


ETA, ku bo serxwebûna herêma Bask ya Îspanya bi salan têkoşîna çekdarî kir, berî xwe belav bike ser kesên di çalakîyên wan de jîyana xwe ji dest dane lêborîn xwest.

Li gor daxuyanîya ku di çapemenîya Baskan de derketîye, rêxistinê bo ‘’kesên ku rola wan ya jixweber di pevçûnan de tune’’ lêborîn xwestîye.

‘’Di peyvajoya têkoşîna me ya çekdarî de, ku bi salan e didome, em dizanin ku me gelek zarar da û êş çêkirin. Kesên hatine kuştin û birîndar bûne em bi rêzdarî bi bîr tînin. Jiber rola me ya di êşên li welatê Baskan em lêborînê dixwazin’’

ETA dîyar kir ku ew piştgirîyê didin peyvajoya aştîyê ya li herêma Baskan.

Têkoşîna çekdarî ya ETA, ji 40 sal zêdetir dom kir û di pevçûnan de 800 kes hatin kuştin û bi hezaran kesên din jî birîndar bûn.

Li ber e ku ETA, ku bo heft herêmên li bakurê Îspanya û herêmeke li başûrê rojavayê Fransa şerê serxwebûnê dikir, di serê Gulanê de belav bibe.

Hikûmeta Îspanya dîyar kiribû ku ETA ji alîyê siyasî û leşkerî ve têk çûye û negihaştîye ti armanca xwe.

ETA di sala 2010’an de dîyar kiribû ku çalakîyên çekdarî bi dawî kirine û di 2011’an de jî agirbest ragihandibû.

XS
SM
MD
LG