Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WFP Hişyarîya Kareseteke Mirovahî li Etyopyayê Dide


Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) hişyarî dide ku Etyopya ber bi karesateke mirovahî ve diçe ji ber ku şerê dijwar li bakurê welêt rê nade ku xwarin û alîkarîyên pêwîst bigihîjin bi mîlyonan kesên li parêzgeha Tigrayê.

Cara dawî ku karwanekî xwarinê gihiştîye paytextê Tigray, Mekelle, nîvê Kanûna borî bû. Ji wê demê ve bi milyonan kes li wê parêzgeha ku şerî wêran kirî birçî dimînin.

Di hişyarîyeke tund de bo alîyên şer û civaka navnetewî, berdevkê WFP’ê Tomson Phiri dibêje ku alîkarîya mirovahî ya rêxistina wî li bakurê Etyopyayê ber bi rawestandinê ve diçe.

Phiri dibêje ku şerê dijwar li herêmê rê nade xwarin û sotemenî derbas bibin û bigihêjin kesên pêdivî bi wan heye.

XS
SM
MD
LG