Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje li Etopyayê Dema Çareserîyê Hatiye


Nûnerê Yekîtîya Afrîqayê bo Şaxe Afrîqa roja Duşemê hişyarî da ku bo çareserkirina siyasî ya krîza li bakurê Etîyopyayê derfetekê mezin te girtin ji ber ku Etopya behtir dikeve di nav alozîyê de.

Serokê Nijerya Olusegum Obasanjo ku nûnerê taybet ye Yekîtîya Afrîqa ye bo Şaxa Afrîqa got: “Dem dema dîtina çareserîyekê ye bi hevraye ku rewşa heyî xerabtir nebe ku encama we bibandor be li seranserî Şaxê Afrîqaye”

Obasanjo roja Pençşeme gihaşt paytexta Etopya Addis Ababaye û li vir li Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî axifi. Wi her wiha li gel Serokvezîrê Etopya Abiy Ahmed civînekê taybet pêk ani. Wi li gel seroken hezen Tigray e û grupen din ji civin pêk anî ku alozîya heyî nizmtir bikin û reyek bibinîn bo despêkirina guftûgoyan.

Wî got, “hemû serokan li Addis Ababa û li bakur li hev ten ku cûdabuna wan sîyasî ye û bi diyalogê çareseriyekê sîyasî pewist dike. Ji ber ve yekê, helwesta wan derfeteke ye ku ew bi hevra bikarin ku xelkê Etopya ji bo krîza heyî çareseriyekê mayînde pêk bînin.

Obasanjo got ew ê îro Sêşemê sardana heremen bakûre yên Amhara û Afare bike ku hezên Tigray şer birine wir û bi hezaran xelk koçber bûne.

XS
SM
MD
LG