Ajansa Zarokan a Neteweyên Yekgirtî UNICEF roja Şemiyê êrîşeke asmanî ya ku "li dibistana zarokan xistî" li herêma Tigray ya Etiyopyayê, şermezar kir ku di encamê de bi kêmî ve çar kes hatine kuştin, du ji wan zarok in.
Êrîşa Înê li paytexta Tigray, Mekelle, piştî çend rojan çêbû ku şer li ser sînorê başûrê herêmê di navbera hêzên hikûmetê û serhildayan de derket, û agirbesta pênc mehan bidawî bû.
Rêvebera UNICEFê, Catherine Russell, li ser Twitterê got: "UNICEF bi tundî êrîşa esmanî şermezar dike... (ku) li dibistana zarokan xistîye û çend zarok hatine kuştin û yên din jî birîndar bûne."
Eniya Rizgariya Gel a Tigray (TPLF) ku herêma bakur kontrol dike, got ku êrîşa hewayî dibistana zarokan hilweşandîye û deverek niştecihbûna sivîlan xistîye, lê hikumet wan îdîayan red dike.
Addis Ababa got ku wê tenê cihên leşkerî kirine armanc û Eniya Rizgariya Gel a Tigray (TPLF) bi kuştina sivîlan tawanbar kir.