Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê bi lezgînî bal kişand li ser zêdebûna girtîyan li Etîyopyayê ji despêka ragihandina rewşa awarte ya 2ê Mijdarê û vir ve.
Ajansa Mafên Mirov ya Neteweyên Yekbûyî got ku kesên hatine girtin bi piranî li paytext Addis Ababa û her wiha li bajarên Gondar, Bahir Dar, û cihên din ku xelkê Tigrayê li wir pir in.
Berdevka Neteweyên Yekbûyî Liz Throssel li Cenevê ji rojnamevanan re got, “li gor raportan, herî kemî 1,000 kes hatine girtin, ku hin report wê jimarê zêdetir jî dikin.”
Ew girtin hatin piştî ku hikûmeta Serokwezîr Abiy Ahmed du hefta berê rewşa awarte ragihandibû, li dema ku Hêzên Tigrayê gef xwarin ku ew ê ber bi paytextê re bimeşin.