Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Federal yên Etopya Hin Herêman Jinûve Bi Dest Dixin


Serokwezîrê Etopya Abiy Ahmed û hêzên federal
Serokwezîrê Etopya Abiy Ahmed û hêzên federal

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku hêzên Etopya, Dessie û Kombolça, ku du bajarokên stratejîk in, ji destê hêzên serhilda yên Tîgrayan bi şûnde sitandine.

Reutersê ew agahî ji zarê hikûmeta Etopya ragihand.

Hêzên Enîya Rizgarîya Gel ya Tîgray (TPLF) pirtir ji meheke berê kontrola bajarokên li herêma Amhara bi dest xwe xistibûn û piştre ber bi Addis Ababa ya paytext ve pêşde çûbûn.

Berdevikê TPLF Getachew Reda ser daxuyanîya hikûemeta Etopya ti şirove nekir.

Reuters dide zanîn ku li herêmê xetên telefonê nakişînin û dîyar dike ku wê îdiaya hikûmetê piştrast nekiriye.

Hêzên hikûmeta Etopya dibêjin ku ew hefteya borî jî li Amhara û Afar yên li sînorê Tîgrayê bi ser ketine.

Ofîsa Serokwezîrê Etopya Abiy Ahmed da zanîn ku hêzên federal hefteya borî Lalibela bi şûnde sitandine.

Reuters’ê bi awayekî serbixwe piştrast kir ku ew herêma, ku Mîrata Cîhanî ya UNESCO ye, ketiye destê hêzên hikûmetê.

Abiy bo birevebirina cengê ji paytextê derketibû û ew serketin piştî derketina wî hatin ragihandin.

Hêzên Tîgrayê dibêjin ku ew li qada şer hin guherînên stratejîk dikin, lê ne dîyar e ew çi ne.

Şerê hêzên federal û serhildayên Tîgrayê bi qasî salekê ye didome.

Di şerê her du alîyan de heta niha bi hezaran sîvîl hatine kuştin, bi mîlyonan însan ji malên xwe derketine û pirtir ji 9 mîlyon însan muhtacê xwarin û vexwarinê ne.

XS
SM
MD
LG