Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Etopya Dibêje Wezîrê Derve yê Berê li Tigray Hate Kuştin


Endamên artêşa Etopya
Endamên artêşa Etopya

Etopya îro Çarşemê dîyar kir ku sê endamên partîya desthilatdar ya berê ya eyaleta Tigray ji hêla artêşê wê ve, hatînin kuştin.

Herwiha hikûmetê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Etopya yê berê Seyoum Mesfin jî di nav wan kesan de ye.

Mesfin ji 1991 heya 2010 wezîrê karên derve yê Etopya bû.

Hêza karûbarê hikûmetê ya jibo krîza li Tigray li ser Twitter got ku sê karbidestên Enîya Rizgarîya Gel ya Tigray (TPLF) hatinin kuştin, û pênc endamên partiyê yên din sax hatine girtin.

Di heman tweetê de hat destnîşan kirin ku bûyer piştî ku wan red kirîye ku xwe radestî artêşê bikin, pêk hatiye.

Hikûmetê serokwezîr Abiy Ahmed piştî şerê nêzî mehekî ya bû TPLF re berdevam kir, di 28'ê Mijdara 2020'an de serfirazîya xwe ragihand.

Rêberên revok yên TPLF soz dabûn ku dê ji çiyayên herêmê yên li bakurê Etopya şer bidomînin, lê Reuters bi hefteyan in ku nikare bi wan re têkilî deyne.

Artêşê hefteya borî ragihandibû ku hezên wê Sebhat Nega, endamekî damezrîner yê TPLF girtiye.

Di dawîya hefteyê de jî, televîzyona dewletê dîyar kiribû ku 15 endamên TPLF ji alîyê artêşê ve hatine kuştin û 8 kesên din jî hatine girtin.

Tê bawer kirin ku jiber êrîşên hewayî û pevçûnên li Tigray ku ji serê Mijdarê vir ve berdewam dikin, bi hezaran kes hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî vê heftê got ku şer li hin hereman berdewam dike û zêdetirî 2 mîlyon mirov hewceyê alîkarîyê ne.

Reuters jiber ku xetên têlefon û înternetê yên li herêma Tigray qutkirînin û herwiha çûyîn û hatina herêmê bi tundî tê kontrol kirin nikaribûye ku îdayên her du alîyan jî piştrast bike.

XS
SM
MD
LG