Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Etopya Kontrola Bajarekî Tîgrayê bi Dest Xist


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku hêzên hikûmeta Etoypa û hevbendên wan li Tigrayê kontrola bajerekî mezin bi dest xistine.

Reutersê ji zarê jêderên dîplomatîk da zanîn ku Shire ya li bakurê Tigrayê ye êdî di destê hêzên hikûmeta Etopya û hevbendên wê de ye.

Hêzên hikûmeta federal û artêşa Erître ji dawîya 2020’an vir ve bi hêzên Tigrayê re şer dikin.

Jiber pevçûnan heta niha bi hezaran sîvîl hatine kuştin, bi mîlyonan însan koçber bûne û bi sed hezaran kes jî bi birçîbûneke cidî re rûbirû mane.

XS
SM
MD
LG